image

PeyamaKurd – Parlementerê PDK ê yê Herêma Kurdistanê Çiya Hemîd Şerîf ji K24 ê re ragihandiye ku di parlementoyê de grûb li ser hinek xalan lihev kirine ku yek ji wan xalan destpêkirina civînên parlementoyê ye ku wê di 2 yê hezîranê de destpêbikin.

Çiya Hemîd Şerîf ragihandiye ku fraksiyon lihev kirine ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di wexta xwe de bênkirin. Ji bo hilbijartinan jî divê komisyona bilind ya hilbijartinan bê çalakkirin. Lê heya niha li ser vê babetê ti rêkeftinekî çênebûye.

Şerîf destnîşan kir ku hinek teref hewl didin da hilbijartin ji bo salekî an du salan bê paşdexistin lê PDK daxwaz dike ku hilbijartin di wextê de bêkirin.