image

PeyamaKurd – Di rûniştina îro Înê ya doza malbata Dedeogullari ku 7 ferdên wê li navçeya Meram a Konyayê hatibûn kuştin de, polîsan li eywana dadgehê destwerdana malbata Dedeogullari kir û 3 kes ji wan hatin binçavkirin. Piştî aloziya ku li eywana dadgehê derket, heyeta dadgehê doza malbata Dedeogullari ji bo 11ê Sibata 2022yan bipaş xist.

Li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, danişîna doza kuştina Malbata Dedeogullari ya ku li navçeya Meram a Konyayê pêk hatibû, bi amadebûna hejmarek zêde parêzer û serokên baroyên Bakurê Kurdistanê birêve çû û xizmên malbata Dedeogullari birêve çû.

Xizmên malbata Dedeogullari Harun, Yener ve Oner Rifatoglu di eywna dadgehê de, bertek nîşanî beyanên nerast ên malbata ku bûye sedema kuştina malbata Kurd kirin û li ser vê jî polîsan destwerdana xizmên malbata Kurd kir û 3 kes ji wan hatin binçavkirin.

Hatiye diyarkirin ku wê her sê kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan werin berdan.

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku 30 sal berê li Konyayê bicih bûbûn 30yê Tîrmeha 2021ê ji aliyê qatilekê kirêkirî yê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Beriya wê êrîşê jî 12ê Gulana 2021ê heman malbat ji aliyê wan cîranên xwe ve rastî êrîşê hatibûn û bi giranî birîndar bûbûn.

Doza ku îro 14ê Çile li Dadgeha Konyayê birêve çû, li ser bûyera 12ê Gulanê bû ku 9 kes ji wê dozê têne darizandin û ti kesekî girtî jî ji wê malbata êrîşkar nîne.