image

PeyamaKurd – Li paytexta Amerîkayê Washîngtonê, di encama lêdana brûska li nêzî Qesra Spî de, 3 kesan can dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, kameraya ku ji bo şopandina rewşa hewayê hatibû bicihkirin, di dema bûyerê de di tomarkirinê de bû.

Ev bûyer li parka Lafayette pêk hat û di encamê de 3 kesan can dan û kesê ku birîndar jî bû rakirin nexwaşxaneyê.

Hat ragihandin ku hejmareke zêde polîs û tîmên tendurustiyê jî çûn cihê bûyerê.