image

PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê di bin serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiya. Di civînê de serokê komîsyona têkoşîna li dijî gendeliyê, li ser reşbeleka projeya stratejîk ya netewî ya li dijî gendeliyê agahî hat dayîn û hat ragihandin dê li dijî gendeliyê têkoşîn dewam bike.

Di civînê de hat ragihandin ku parastina malên giştî yek ji xala ewilî ya bernameya hukumeta Herêma Kurdistanê ye. Wezîrê Plandananê Dara Reşîd di çarçoveya budçeya sala 2021 ê de li ser dahat û mesrefên hukumetê agahiyan da.

Budçe ya sala 2021 ê ya Herêma Kurdistanê, di civînê de li serê hat axaftin û di civîna encumena wezîran ya hefteya bê de, dê bê tesdîqkirin û bişînin Parlementoya Kurdistanê.

Di civînê de qanûna şîrketên taybet ya ewlehiyê hat tesdîqkirin. Di civînê de wezîr Aydin Marûf di mijara pêkhateyên Kurdistanê de agahî da encumenê.