
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Batmanê li taxa Cûdiyê di navbera du eqrebayan de pevçûn derket û kesekî bi tivinga pompeyî ji çîmê xwe birîndar bû. Li ser bûyerê tîmên asayîşê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Di pevçûnê de kesê bi navê A.P. bi tivinga popeyî S.P. ji çîmê wî birîndar kir. Polîs piştî li taxê tedbîran sitend, birîndar bi ambûlansê birin nexweşxana Batmanê ya lêkolîn û perwerdê.