
PeyamaKurd – Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê da zanîn, Supaya Pasdaran a Îranê bi çar qonaxan êrîşên moşekî li ser Herêma Kurdistanê encam dane, ji ber vê heta niha 13 kes şehîd bûne û 58 kes jî birîndar bûne.
Dije Terora Kurdistanê do di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro Çarşemê beriya nîvro di saet 10:15 xulekan de, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bi çar qonaxan rêze êrîş bi rêya moşekên balîstîk û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî bo ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê, keleha demokrasiyê ya Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koye, baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê, kampên niştecîbûnê yên Kurdên Rojhilat li Zirgiwêz, Zirgiwêzele û Banegewre yên li parêzgeha Silêmaniyê û kampên Azadî û Qela û Emîriye yên li Koye kirin armanc.”
Herwiha Dije Terora Kurdistanê destnîşan kir: “Di êrîşan de zêdetirî 70 moşekên balîstîk ên cûreya Fatîh û balafirên bêfirokevan ên bombekirî jî di nav axa Îranê de bi çar qonaxan hatine arastekirin, qonaxa yekem tenê bi rêya moşekên balîstîk, qonaxa duyem bi moşekên balîstîk û balafirên bêbalafirvan ên bombekirî, qonaxa sêyem moşekên balîstîk bi alîkariya balafirên bêbalafirvan ên çavdêriyê û qonaxa çarem tenê bi rêya moşekên balîstîk ve bûne.”
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin: “Zanyariyên heta niha eşkere dikin ku êrîş ji navçeya Selasa Bawecan a li parêzgeha Kirmaşanê ya hevsînorê parêzgeha Helebceyê, navçeya Serdeşt a li parêzgeha Azerbaycana Rojava ya hevsînorê îdareya Raperîn hatine arastekirin û tê de cihên giştî yên weke baxçeyê zarokan, dibistan, binkeya tendirustiyê, nexweşxane, hola bone û ahengan û otomobîlên xizmetguzariyê û malên welatiyên sivîl hatine armanckirin.”
Dije Terora Kurdistanê diyar kir: “Ji ber wan êrîşan heta niha 13 şehîd bûn ku di nav wan de jineke ducanî heye û 58 kes jî birîndar bûn, ku piraniya wan welatiyên sivîl in û di nav wan de zarokên ji 10 salî biçûktir û xwendekar û mamoste û rojnamevan hene. Di heman demê de balafireke bêbalafirvan a Îranê, li sînorê bajarê Koye, beriya bigihîje armanca xwe ketiye xwarê.”