
PeyamaKurd – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand ku yek ji mezintirîn kêşeyên cîhanê û Rojhilata Navîn nebûna diyalog û têgihîştinê ye.
Dilşad Şahab di çarçoveya Foruma MEPS2023 de ku îro jî berdewam dike, bersiva pirsên nûçegihanê K24ê da.
Şahab bal kişand ser girîngiya MEPS2023 ya ku li Duhokê berdewam dike û wiha got: "Afirandina derfeteke wisa girîng, ku nêrînên cuda, aliyên cuda, kesayetên cihê beşdar bibin û mijarên girîng ên ku niha li cîhanê her pirsgirêk in nîqaş bikin, bandorê li her kesî dike."
“Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên mezin hene, Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye, siyaset û hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi rêyeke rast ve diçe.” Sahab got, “Em ne partiyeke herêmeke tijî pirsgirêk in. Em alîgirê çareseriyê ne, li gorî min ev peyama herî girîng a MEPSê bû.”
Şahab da zanîn, pirsgirêkên Rojhilata Navîn an jî Iraqê bandorê li aborî, ewlehî û îstiqrarê dike û diyar kir ku her pirsgirêkek li her herêmê rû bide bi hemû cîhanê ve girêdayî ye.