image

PeyamaKurd – Cîgirê serokê konseya Kerkûk û Germiyanê yê PDK ê Diyarî Huseyn ragihand ku dagera hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê li gor destûra Iraqê ye.

Di wexta ku hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di nav xwe de biryarê dane ku 2 tûxayên hevpar ava bikin û wan li Kerkûk û Duzxurmatû bicîh bikin, hinek parlementerên Ereb û Turkmen dibêjin ev li dijî qanûne.

Cîgirê serokê konseya Kerkûk û Germiyanê yê PDK ê Diyarî Huseyn got ku xelkê herêmê dixwaze Pêşmerge dagere herêmê. Diyarî got ku kesên naxwazin Pêşmerge dagerin deverê, ew kesin ku paşî li wan deveran hatine bicîhkirin û bo K24 ê weha got:

“Kesên li dijî hatine Pêşmergene ew kesin ku dixwazin siyaseta Erebkirinê û ruşwet û bertîl dewam bike. Divê Pêşmerge li her derê ku dikeve nav xala 140 ê de, hebin. Kesên li hemberê dagera Pêşmergene, van tiştan di kampanya hilbijartina Iraqê de bikartînin.”

Endamê komisyona Pêşmerge yê parlementoya Kurdistanê Seîd Mustafa rewşa Kerkûkê bi talûke binav kir. Mustafa got ku divê rewşa Kerkûkê zûtir normal bibe û xala 140 ê bê bicîhkirin.

Her diçe êrîşên DEAŞ ê li deverên Kurdistanî lê yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, êrîşên wan zêde dibin. Kesên naxwazin Pêşmerge dagere devera Kerkûk û Duzxurmatû ew bi DEAŞ ê re hevkarin an hesabên şexsî dikin û ji bo DEAŞ ê zemînê amade dikin. Xelkê deverê ji çûna PDK ê û Pêşmerge gelek raziye.