PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku koma bi navê ′Polîsên Leşkerî′ bi ser malên xelkê gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya Efrînê de girtine û 3 welatî revandine.
Li gorî ragihandina rêxistinê 3 welatîyên hatine revandin navên wan; Fehîme Ehmed Tahir (25), Mihemed Ehmed Mistefa Hacî (40) û Ebdu Ezet (30) in.
Herwiha hatiye diyarkirin ku kesên hatine revandin birine navenda ′Polîsên Leşkerî′ û çarenivîsa wan nayê zanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye daye xuyakirin, di 14ê Sibata 2021ê de çekdarên ′Cebhet El Şamiye′ yên bi ser Tirkiyê ve, bi ser gundê Mîrkan de girtibûn, welatiyê bi navê Ebdu Ezet li pêş hevjîna wî Şêrîn Resol ku wê demê ducanî bû, îşkence kiribûn û Şêrîn Resol ji hişê xwe çûbû û tevî 2 cêwiyan li nexweşxaneyê can dabû.