PeyamaKurd- Li Diyarbekirê di gera duyem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de ji % 90î zêdetir sindoqên dengdanê hatin vekirin.
Di Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ku 2 namzed ketibûn pêşbaziyê de Tirkiye di dîroka hilbijartinên xwe de cara yekem çû gera duyem.
Hilbijartina ku gera yekem di 14ê Gulanê de bû, îro gera duyem hat kirin û proseya ku îro saet di 08:00an de dest pê kiribû, vê êvarê saet di 17:00an de bi dawî bû.
Li gorî encamên ku hatin parvekirin, dengên Diyarbekirê ku ji bo namzedan hatine dayîn, bi vî awayî hatin parvekirin:
Daneyên Ajansa Anadoluyê
Sindoqên hatin vekirin: Ji % 92.70
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 71,38
Recep Tayîp Erdogan: Ji %28,62
Daneyên Ajansa ANKAyê:
Sindoqên hatin vekirin: Ji % 96,4
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 72,3
Recep Tayîp Erdogan: Ji % 27,7