image

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dicive û çend proje û mijaran gotûbêj dike.

Li gor zanyariyan, îro Çarşemê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Fermangeha Medya û Zaniyariyan a Hikûmetê diyar kir, di civîna îro de, wê Encûmena Wezîran guftûgo li ser çend mijaran weke dubarebûna êrîşên ser Kurdistanê, girîngiya yekxistina hêzên Pêşmerge, berdewamiya zextên Hikûmeta federalî li dijî Kurdistanê û proje budceya Herêma Kurdistanê bike.