image

PeyamaKurd – Li ser bûyera beriya niha bi 4 rojan a windabûna du bira û dayika wan a ji Şingalê hat ragihandin, bavê herdu birayan ku bi PKKê re kar dike û çûye aqûbeta malbata xwe bipirse jî ji aliyê PKKê ve hatiye girtin.

Hemwelatiyê ji qeza Şingalê Şemo Nayif Derwêş gotiye: “Dayîka min a bi navê Nadire Husên Seydo ya 44 salî û her du birayên min ên bi navên Levend Nayif Derwêş û Daxwaz Nayif Derwêş ku xelkê Dugirî ya ser bi qeza Şingalê ne û roja 11.04.2021ê nav Dugirî hatin bêserşûn kirin.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Derwêş diyar kiriye ku bavê wî Nayif Derwêş çûye gel PKKê lê careke din nevegeriyaye û ji doh ve telefona wî daxistiye û bê serûşûn e.

Şemo Nayif Derwêş dibêje, dayîk û du birayên wî xwestine biçin serdana bijîşk bikin, ji bo wê jî daxwaza otomobîlê kirine û piştî li otomobîlê siwar bûne, ti agahî ji wan nehatiye wergirtin û heta niha bê serûşûn in.

Herwaha daye xuyakirin: “Bavê min jî ku li gel PKKê kar dike, çûye gel wan û nevegeryaye û telefona wî jî daxistiye û pêwendiya me qut bûye.. Me dixwest ji Şingalê derkevin û biçin parêzgeha Duhokê, lê dayik û du birayên min li gel yek û piştre jî bavê min hatin bê serûşûn kirin.”