
PeyamaKurd – Endamê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec diyar kir, divê rê neyê dayîn ku destê Îranê bigihîje çekê atomî û êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Endamê Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec eşkere kir, divê rê neyê dayîn ku destê Îranê bigihîje çekê atomî û êr: “Rejîma Îranê û Supaya Pasdaran terorîst in û divê rê neyê dayîn ku destê Îranê bigihîje çekê atomî.”
Li gor Tom Kmiec diyar kiriye: “Roja duşemê Kanadayê siza bi ser Îranê de sepandin, me daxwaz jî kiriye ku Kanada pêngavên din jî biavêje û Supaya Pasdaran weke rêxistineke terorîstî nas bike, ji ber ku ev artêş xelkê dikuje.”
Di berdewamiyê de di derbarê topbarankirina navçeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdaran ve, Parlamenterê Kanadayê eşkere kiriye: “Dostên min ên Kurd ji min re gotin ku Îran çi kiriye û çendîn welatiyên sivîl kirine armanc. Me bi tundî ew êrîş şermezar kirin û ev destdirêjiyeke eşkere ye li ser serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê û xelkê Rojhilat ku li Herêma Kurdistanê dijîn û bûne armanca êrîşên bêhincet.”
Tom Kmiec destnîşan kiriye: “Hikûmeta Tehranê li navçeyê alîkariya terorîstan dike, weke alîkarîkirina Hûsiyan û Hîzbullah û pereyan dide rêxistinên terorîstî yên hemû cîhanê. Me Îran xistiye nav lîsteya welatên terorîst. Îran terorîzmê belav dike. Hikûmeta Kanadayê ligel Kurdên Rojhilat e û daxwaz dike mafên wan werin parastin, divê Îran rêzê li mafên wan bigre.”
Herî dawî li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Kanadayê jî got: “Pêwendiyeke bihêz di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de heye, nûnertiya me li Hewlêrê heye û kompaniyên me li wê derê dixebitin.”