
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, beşdarî bernameya kanala PBSê ya Amerîkî bû.
Erdogan bersiva pirsên pêşkêşvana PBSê derbarê girtina rojnamevana Tirk Sedef Kabaş, karsaz Osman Kavala û siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de ji Erdogan pirsî, “Hûn dixwazin van kesan bêdeng bikin? Ev kes ji bo we cihê metirsiyê ne?”
Erdogan ji pirsê hêrs bû û got, “Çima ev mijar we eleqader dike?” û wiha pê de çû:
“Tirkiye welatekî hiqûqê ye. Ji ber vê yekê jî biryar ya darazê ye. Ger darazê biryareke bi vî rengî dabe divê em rêzê lê bigirin. Ez bi wan biryaran re mijûl nabim. Biryar ne ya min e. Ez nikarim li ser navê pergala darazê baxivim. Kavalayê ku hûn behsa wî dikin fînansorê protestoyan bû.”
Erdogan li ser girtina Selahattîn Demîrtaş jî îdia kir, “Herî kêm bûye sedema mirina 200 kesan.”