image

PeyamaKurd Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, cara duyem têkildarî Ocalan de axivî û dîsa di axaftina xwe de Demîrtaş hedef girt û diyar kir: "Ocalan ji ber peyamên Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş aciz e." 

 Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyeke telvîzyonê de pirsên rojnamevanan bersivandin û têkildarî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û proseya çareseriyê de jî axivî. Erdogan, parast ku Ocalan ji ber peyamên Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş aciz dibe. 

Erdogan eşkere kir: "A rast divê meriv wî ji Abdullah Ocalan bipirse. Ocalan, ji ber van peyamên Demîrtaş ên di girtîgehê de dide, aciz e. Ev rastiyek e. Sozên serokê terorîstan ê HDPê bînîn bîra xwe, digot em ê peykerên Ocalan çêbikin. Lê mêze bikin bê çi qas eşkere pişta xwe didin rêxistina terorê. Kesên dibêjin 'em pişta xwe didin van deran' bînin bîra xwe. Ma ne ev bûn ku digotin 'Em ê FETOyiyan berdin.' Ma ne CHP ye? Bi îzna xwedê û feraseta miletê me wê tiştek bi vî awayî pêk neyê. Ji vê xanimê weye wê serekê terorîstan bê berdan. Em bê tawiz li dijî terorê têdikoşin, lê bêbextiyên vê xanimê ne siyaset in, derew in. Çavên wan hene nabînin, guhên wan hene nabihîsin. A li hesabê xanimê tê sozên wê yên ji bo HDPê ne. Ji xeynî xapandinê tu tiştî nakin." 

Erdogan berê jî gotibû "Dê yê li Edîrneyê, hesab bide yê li Îmraliyê." Ev gotinên Erdogan ên têkildarî Ocalan, ji gelek aliyan ve bûbû cihê bertekên mezin.