image

PeyamaKurd – Baregeheke artêşa Tirkiyê û çekdarên wê li gundewarên Efrînê bûn armanca êrîşê û di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdar birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirova ya navenda wê li Londonê ye diyar kir, hêzên artêşa Tirk li gundewarên Efrînê bûn armanca êrîşê û di encama êrîşê de 4 leşkerên artêşa Tirkiyê û 3 çekdar birîndar bûn.

Herwiha çavdêriyê da zanîn, êrîş li dijî baregeha Tirk a li gundê Enabê yê girêdayî navçeya Şerayê pêk hatiye û îdîa kir ku êrîşa bi topan ji aliyê artêşa hikûmeta Şamê û hêzên Kurdî yên li herêmê pêk hatiye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin, li derdora gundê Merenazê jî di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên artêşa Tirk de şer rû daye.