image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê, Ervin Hicks Jr wek konsulê xwe yê nû li şûna Robert Palladino destnîşan kir û konsûlê nû dest bi kar kir.

Balyozxaneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand, Hicks Jr. wê di Tebaxa 2022an de tevlî Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî li Hewlêrê bibe.

Hat zanîn ku Konsulê nû wek Şêwirmendê Pilebilind ê Nivîsgeha Nehîştina Madeyên Hişbir û Bicihkirina Yasayê, Danûstandkarê Sereke yê Karûbarên Siyasî û Leşkerî di Nivîsgeha Asayiş û Rêkeftin û Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Hêza Karê Hevbeş a Cîbûtî kar kiriye.

Ervin Hicks Zanîngeha George Washington kuta kiriye û di warê karûbarên navneteweyî û lêkolînên Afrîkî de xwedî pisporî ye.

Herwiha Hicks bi zimanên Fransî, Portugalî, Almanî, Erebî, Çînî û Amharî dizane ku ew yekem wergirê Xelata Edward J. Perkins a Wezareta Derve ya 2021ê ye.