image

PeyamaKurd  Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 564emîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar li ser dozê axivî û da zanîn: “Tevî ku hemû cîhan dizane jî dayik mafdar e li ser dozê destekî siyasî heye.”

Li gor zanyariyan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Sirûcê ya Rihayê ji malên xwe derketin û hatin ber Edliyeya Rihayê. 

Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re bênavber nobetê digire eşkere kir, Nobeta Edaletê di bin “zilmê” de berdewam dike. Şenyaşar got, daxwazên dayikê daxwazên mafdar in û wiha got: “Qêrîna dayikê cîhanê bihîst lê ji ber gaveke hiqûqî nehat avêtin zilm bi destê darazê didome. Em dixwazin ev edalet demildest pêk were. Têkoşîna dayikê bû mijara belgefîlman, bû pirtûk, niha jî laçikeke dayikê di ‘Pêşengeha Qirkirina Siyasî’ de ku li Amerîkayê hatiye vekirin tê pêşandan. Tevî ku hemû cîhan dizane jî dayik mafdar e li ser dozê destekî siyasî heye. Em dixwazin ev destê siyasî demildest bê rakirin ku dozger bikarin tişta pêwîst bikin.”