
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir, Tirkiye îsal 59 caran navçeyên me kirine armanc.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi twîtekê diyar kir, Tirkiye îsal 59 caran navçeyên me kirine armanc, di encam de baştirîn şervanên me bûne qurbanî, herwiha bi dehan zarok û jin jî can dane.
Mazlûm Ebdî eşkere kir ku divê welatên garantor ên navdewletî helwêsta xwe diyar bikin û sînorekî ji van êrîşan re deynin.
Herî dawî Fermandarê Giştî yê HSDê di tweeteke din de got, di her du rojên borî de dronên Tirkiye li her du navçeyên Cezîrê û Kobanî saziyên Rêveberiya Xweser kirin armanc û di encamê de 2 karmendan can dan, herwiha eşkere kir ku bordûmana Tirkiye gundên Zirganê kiribû armanc û di encam de 2 zarok şehîd bibûn.