image

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê demekî ku serpereştiya hêzên Pêşmerge dikir Reşîd Sindî di 12ê Sibata 2024an de koça dawî kir. Reşîd Sindî ji xelkê Zaxo ye û 93 salî bû.

Reşîd Sindî di sala 1958an de dema serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ji Sowyeta Şorewî dageriya Bexdayê, yek ji wan kesên ewilî bû ku pêşwaziya Barzanî kiribû. Di sala 1958an de Reşîd Sindî di artêşa Iraqê de mulazim bû û karibû heya sala 1963an di artêşê de bimîne.

Di sala 1963an de ji artêşê derbasî nava refên Pêşrmerge bû û bû berpirsê hêzên Pêşmerge yê devera Hewlêrê û dora wê. Paşî ji Hewlêrê çû devera Helgurd, Silêmaniyê, Helebçe û heya Xaniqînê serpereştiya hêzên Pêşmerge kir. Hêzên Pêşmerge karibûn heya Xaniqînê bixin destê xwe û deverê bixin bin destê Şoreşê.

Di salên otonomiyê de an ku ji heya sala 1975an jî serpereştiya hêzên Pêşmerge dikir û her tevgera wî bi Mele Mistefa Barzanî re bû. Heya têkçûna sala 1975an bi Barzanî re derbasî Îranê bûn.

Heya koça dawî ya Reşîd Sindî herkesê bixwesta dikaribû here cem û ji ceribandinê wî sûd welgirta. Mirovekî xweşbîn, zana, têgihîştî û xwenda bû. Sindî ne tenha şoreşa Êlûnê û Gulanê dîbû. Berê jî ji şoreşa Barzan ya 1943an û heya niha temamê tevgerên Kurda dî bû.