image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Fransayê, li ser êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û fikarên xwe anîn ziman.

Wezareta Derve ya Fransayê îro 24ê Mijdarê helwesta xwe ya li hember êrîş û bombebaranên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand,  ji 20ê Mijdarê ve Tirkiyê dest bi operasyonên leşkerî kiriye û ew çavdêriya geşedanên li herêmê dikin.

Di daxuyaniyê de hatuyi gotin: “Fransa nîgeraniya xwe ya tund li ser ragihandina proseya êrîşa bejahî li bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve nîşan dide û daxwaza rawestanê û dûrketina ji hemû pêngavan dike ku gef be li ser îstiqrara navçeyê û asayîşa şêniyên wê, ku hîn jî gefên DAIŞê bi dawî nebûne.”

Li ser parastina îstiqrara Herêma Kurdistanê jî hat diyarkirin: “Fransa derbarê serweriya Iraqê û seqamgîriya Herêma Kurdistana Iraqê de rijdbûna xwe dubare dike.”