image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ku li New York di şanda Iraqê de beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 78emîn bû, ragihand ku wan bi nûnerên zêdetirî 50 welatan re hevdîtin kirine û pirsa kêşeyên Hewlêr-Bexdayê ji wan hatiye pirsîn.

Husên diyar kir ku wan gotiye, pêwendiyên Iraq û Kurdistanê baş in û ew dê pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.

Fûad Husên ji peyamnêrê Rûdawê re daye xuyakirin, wan bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û gelek rayedarên bilind re hevdîtin kirine û ji wan pirsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatiye pirsîn.

Husên got, “Me jî ji wan re got ku pêwendiyên me baş in. Hin kêşeyên diviya bên çareserkirin çareser bûn. Emê yên din jî çareser bikin.. Pêwîste teqez ev pirs bên çareserkirin, yan bi qanûna budçeyê yan jî bi guhertina beşek ji yasaya budçeyê li parlamentoyê.”