
PeyamaKurd – Xwepêşandan û grevên giştî yên dijî rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji 16ê Îlona borî ve dest pê kirine, di roja xwe ya 76emîn de jî tevî êrîş û kuştinkariya hêzên rejîma Îranê berdewam kirin.
Li gorî zanyariyên belav bûne, îro Înê 2yê Kanûnê ji bilî mangirtina giştî ya li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li eyaleta Sîstan û Belûçistanê jî xwepêşandanên girseyî yên mezin bi beşdariya hezaran kesan hatin lidarxistin.
Xelkê Belûç, li bajarên weke Zahidan, Îranşehir, Duzap, Rasik, Çabihar, Xaş û hin deverên din piştî nimêja Înê derketin kolanan û bi dirûşm û pankartan ruxandina rejîma Îranê ya sitemkar xwestin.
Di xwepêşandanên li Sîstan û Belûçistanê de hejmarek zêde jin jî beşdar bûn û dirûşma, “Çi bi hicab û çi bê hicab ber bi şoreşê ve diçin” qêriyan.
Do you remember Zahedan's Bloody Friday where security forces opened fire after Friday prayers on September 30, killing at least 70 people?
— Masih Alinejad ?️ (@AlinejadMasih) December 2, 2022
Despite massacre and executions people took back to the street again.#MahsaAminipic.twitter.com/0c0LqA9LDR
Di protestoyên li Çabiharê de, balafirên leşkerî li ser xelkê geriyan û li Zahidanê jî bi guleyên saçemeyî dîsa hêzên rejîmê êrîşî xwepêşanderan kir û gelek kes birîndar bûn.
Xelkê Belûç sloganên wekî; “Mirin bo dîktator! Mirin bo Xamineyî’ qeriyan pankartên wekî; “Tehran bibe Kurdistan, Îran dibe Gulistan”, “Para Belûçan li Îranê tenê gule û îdam e” qêriyan.
Herwiha li Zahidanê binkeyeke hêzên rejîmê ya êrîş dibir ser xelkê hat şewitandin.