image

PeyamaKurd - Nûnerê Wezaretên Pêşmerge û navxwe yên Kurdistanê di fermandariya operasyonên hevbeş ya artêşa Iraqê de, General Ebdulxaliq Telet li ser êrîşên ser kelgeha Kormor a gazê di çend rojên dawî de ji malpera fermî ya PDKê re axivî.

Ebdulxaliq Telet got, “L ser êrîşên moşekî yên li dijî kargeha Kormor komîteyek ji fermandehiya hêzên hevbeş pêk hatiye. Nûnerê Wezareta Pêşmerge jî tê de ye. Armanca lêkolînê ew e da ku sebeba wan êrîş û aloziyan derkeve.”

General Ebdulxaliq Telet diyar kir, wisa hatiye belavkirin ku hêzek mezin ya Iraqê derbasî nêzîkî Kormorê bûye lê ew nûçe rast nînin ji ber ku tenê hêzek biçûk li wê deverê operasyonek kiriye û dîsa vegeriyaye cihê xwe.

Telet herwiha daye zanîn, ti hêzeke fermî ya Iraqê derbasî wê deverê nebûye, ewên ku êrîş dikin hêzên ne qanûnî û xirabkar in û dixwazin rewşê aloz bikin. Niha rewş aram e û her kes li benda encamên lêkolînê ye.