image

PeyamaKurd - Tenduristiya Hewlêrê ragihand ku hefteya bê du karwanên din yên derzîya koronayê dê digihîje Hewlêrê û helmeta derzîkirinê bo hemwelatiyan wê berdewam bike.

Berpirsê xweparêziyê li rêveberiya tenduristiya Hewlêrê Serheng Celal daye xuyakirin ku heta niha li Hewlêrê 25 hezar kes hatine derzîkirin û 75 hezar kesan jî navê xwe ji bo lêdana derzîyê tomar kirine.

Serheng Celal ragihand, hefteya bê wê du karwanên din yên derzîya koronayê bigihîje Hewlêrê.

Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê herwiha li ser mijara derzîkirina zarokan a vîrusa koronayê jî got ku heta niha ti biryarek di wî warî de nehatiye dayîn.