image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 810 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 810 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku132 kes li Hewlêrê, 349 kes li Silêmaniyê, 275 kes li Duhokê, 19 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 4 kes jî li Raperînê ne.

Li Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêran de 16 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye ku 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha di 24 demjimêran de 415 nexweş jî baş bûne ku ew jî 96 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 136625 kesan, ya mirinan bû 3847 kes û heta niha 115745 nexweş jî baş bûne.