image

PeyamaKurd Hemû geştên asmanî li Diyarbekirê ji ber mija zêde hatin rawestandin. Rêya Diyarbekir û Riha û Diyarbekir û Elezîzê jî hatin vekirin.

Li Diyarbekirê ji ber mija zêde, hemû geştên asmanî yên ji Diyarbekirê û ji bo Diyarbekirê hatin rawestandin. Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê ragihand, ji ber mija zêde balafir nikarin bifirin û danin.

Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê diyar kir: “Tê çaverêkirin ku di saetên pêş de bi belavbûna mijê, geştên asmanî wê ji nû ve destpê bikin.”

Li Diyarbekirê jî germahiya hewayê bi şevê di jêr sifrê de 7, bi roj jî jor sifrê 4 pile ye.

Herwiha rêya Diyarbekir û Rihayê û Diyarbekir û Elezîzê jî hat vekirin. Bi hezaran wesayîtên ku ku ev du roj bûn di rê de asê mabûn, bi kontrolî derbas dibin.

Li gorî daneyên saziya keşûhewayê ya Tirkiyeyê, tê çaverêkirin ku heta 27ê Çile roja Pêncşemê jî li herêma Diyarbekirê barîna berfê berdewam be.