image

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, di derbarê hewila êrîşa ku îro li dijî Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê hatibû kirin, daxuyanî da û êrîşa navborî şermezar kir.

Pêşewa Hewramanî di daxuyaniya xwe de got ku “Herêma Kurdistanê, her dem helwesta xwe ya neguherbar li hember kiryarên tundûtûjî û terorê nîşan dide û hikûmet banga xwe ya bihêzkirina hevkariya navdewletî ya li dijî teror û vîna terorîst nû dike.”

Di encama hewila êrîşa ku îro hat kirin de ji 2 êrîşaran yek bi xwekujiyê can dabû yê din jî di pevçûnê de hatibû kuştin. Her wiha 2 xebatkarên emnî jî di vê pevçûnê de birîndar bûbûn.

Di saetên vê êvarê de jî ji aliyê PKKê ve daxuyanî hat dayîn û û hat diyarkirin ku baskê wan ê HPGê ev êrîş kiriye.