image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku zêdetirî 160 malbatên Kurd piştî 6 sal ji dagirkirina taxa xwe, dixwazin vegerin cih û warê xwe, lê ji aliyê Heşda Tirkmenî ve têne astengkirin.

Li gorî zanyariyan 160 xaniyên kurdan ên li taxa Mi’esker Xalid a Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ji aliyê Tirkmenên Şîe ve hatine dagirkirin û niha jî hêza bi navê Heşda Tirkmenî ku Îran piştevaniya wê dike, nahêle xelkê taxê yê kurd vegere ser mal û milkê xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkmenên şîev ji derveyê Kerkûkê hatine anîn û li wê taxa Kurdan hatine bicihkirin û naxwazin derkevin.