image

PeyamaKurd – Li gundewarê Mergede ya başûrê Hesekê, serçekdarekî şaneyên DAIŞê, bi piştevaniya hewayê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, ji aliyê HSDê ve hat girtin.

Li gorî malpera HSDê, çeteyê hatî girtin çek derbas dikirin û şaneyan re dibirin û agahî didan DAIŞê, da ku bûyerên kuştinê pêk bînin û aramiya li herêmê têk bibin.

Her wiha çek û alavên pê re hatine desteserkirin.

Yekîneyên Antî-Terorê jî bi operasyoneke hevbeş tevî Koalîsyona Navneteweyî, li gundê Sawî yê gundewarê Holê yê li rojhilatê Hesekê endamekî girîng ê şaneyeke DAIŞê girtin.

HSDê piştrast kir ku ev operasyona di çavçoveya xebatê hevbeş ê bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo tunekirina terorê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmê, tên lidarxistin.