image

PeyamaKurd – Heyetekî ji wezareta bergiriyê ya Îngîltere seredana wezareta Pêşmerge kir. Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge, ji wezaretê şêwirmendê wezaretê Hejar Omer bi heyeta Îngîltere re civiya.

Di hevdîtinê de ji konsulxaneya Îngîltere ya Hewlêrê şêwirmendên leşkerî jî tevlî hevdîtinê bûn. Di civînê de li ser mijarên reformên wezareta Pêşmerge û rola Îngîltere ya di koalisyona navdewletî de rawestiyan. Mijara asayîşa Iraqê, avakirina hêzên hevpar yên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de û diyaloga stratejik ya navbera Amerîka û Iraqê mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Di hevdîtinê de her weha behsa girîngiya têkiliyên navbera wezareta Pêşmerge û wezareta bergiriyê ya Îngîltere hat kirin.