image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku biryar e bi beşdariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê, du lîwayên hevbeş werin pêkanîn û li Kerkûk û Xurmatûyê werin bicihkirin.

Nûnerê Hêzên Pêşmerge yê li Lîwaya Hevbeş a Navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge Şiwan Şemêran ji medya Kurdistanê re ragihandiye: “16ê Îlona 2021ê, cara yekem piştî 16ê Cotmehê, vegeriyam Kerkûkê û min serdana meydanî ya wan deveran kir, ku biryar e hêzên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê tê de werin bicihkirin.”

Şiwan Şemêran eşkere kir: “Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê têne pêkanîn û ew lîwayên hevbeş li Kerkûk û Xurmatûyê têne bicihkirin ji bo parastina asayîş û seqamgîriya deverê û parastina wan ji metirsiyên terorê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê piştî bûyerên xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, vekişiyabûn deverên sînorê îdareya Herêma Kurdistanê û hêzên Iraqê jî di nava çar salên borî de nekarîn asayîş û seqamgîriyê li deverên Kurdistanî dabîn bikin ku rojane terorîstên DAIŞê êrîşên xwe berdewam dikin.