
PeyamaKurd – Di pevguhertina girtiyan de di navbera hikümeta Yemenê û Hûsiyan de, biryar hat dayîn ku 4 rojnameger û berpirsên siyasî, leşkerî û ewlehî yên naskirî jî di nav de 887 kes serbest bên berdan.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Yemenê SABA, hevdîtinên pevguhertina girtiyan a di navbera hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de ku di 11ê Adarê de li Swîsreyê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de dest pê kiribû, bi dawî bû.
Heyetên ku nûnertiya Yemenê û Hûsiyan dikin, piştî danûstandinên li ser dosyaya “bindest, êsîr û revandî” gihiştin peymana yekemîn.
Di daxuyaniya hikûmeta Yemenê de hat diyarkirin ku ew ji peymana bi Hûsiyan re kêfxweş in.
Li gorî daxuyaniyê biryar hatiye dayîn ku 887 kes bên berdan ku 181 ji wan ji aliyê hikûmetê ve û 19 ji wan jî ji hêzên koalîsyonê ne.
Alîkarê Wezîrê Mafên Mirovan ê tîma danûstandina pevguhertina girtiyan a hikûmeta Yemenê Mecîd Fadeîl ragihand ku 4 rojnamevan û hin rayedarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên ku ji aliyê Hûsiyan ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî dê li gorî qonaxa yekem a lihevkirinê bên berdan.
Fadail diyar kir, zarokên birayê Serokomarê berê Abdurabbu Mansur Hadî Nasir Mansur, Wezîrê Parastinê yê berê Mahmud es-Sabihi û Alîkarê Serokomarê berê Alî Muhsîn el-Ehmar jî di çarçoveya peymanê de ne.
Fadail herwiha da zanîn, piştî qonaxa yekem a rêkeftinê wê derbasî qonaxên din bibe.
Neteweyên Yekbûyî û Hûsiyan heta niha derbarê peymanê de daxuyanî nedane.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Hans Grundberg di 11ê Adarê de ragihandibû ku 7emîn Civîna Komîteya Çavdêriyê ya Pevguhertina Girtiyan a Yemenê di navbera hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de li Swîsreyê dest pê kiriye.
PEYMANÊN STOCKHOLMÊ Û PEVGUHERTİNA GİRTİYAN
Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014an vir ve paytext Sana û hin herêm di bin kontrola xwe de ne.
Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015an vir ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.
Peymana Stockholmê di sala 2018an de di navbera hikûmeta Yemenê û Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike li ser "pevguhertina girtiyan, agirbesta li Hudeyda, bender û rewşa Taîzê" hatibû îmzekirin.
Piştî Peymana Stockholmê, partiyên ku ji bo pevguhertina girtiyan gelek caran li ser maseyê rûniştin, ji destpêka şer di Cotmeha 2020an de mezintirîn pevguhertina girtiyan pêk hat. Di vê çarçoveyê de 15 ji wan welatiyên Erebistana Siûdî û 4 jê jî Sûdanî bi giştî 1056 kes hatin berdan.
Di Nîsana 2020an de, dadgeha bi navê Hûsî cezayê îdamê li çar rojnamevanan birî, bi navên Tevfik el-Mensûrî, Ebdulhelîk Îmran, Ekrem el-Welîdî û Haris Hemîd ku bi hevkariya hikûmeta Yemenê û hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdî hatibûn tawanbarkirin.
Hûsiyan di 28ê Adara 2022an de ragihandibûn ku li ser pevguhertina 2 hezar û 223 girtiyan ji her du aliyan li hev kirine, lê ji ber sûcdarkirina aliyan, di vê pêvajoyê de tU pêşketin çênebû.
Hikûmeta Yemenê jî di 29ê Tebaxê de ragihandibû, piştî êrîşa li ser parêzgeha Taizê li başûrê rojavayê welêt, wan danûstandinên ligel Hûsiyan li Urdunê rawestandine.