image

PeyamaKurd – Hikûmeta Almanyayê 2 wesayitên agir vemirandinê wek alîkarî ji bo parêzgeha Duhokê şand.

Li gor Sekreterê Rojnamevaniyê yê Parêzgarê Duhokê Milet Îsmet bi daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Almanya 2 wesayîtên agir vemirandin wek alîkarî ji bo parêzgeha Duhokê şandine.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Ew alîkarî di encama serdana parêzgarê Duhokê ya sal borî ji bo Almanyayê pêk hatin û ew alîkariyên Almanyayê gihîştin Duhokê. Ew wesayît jî wê bêhtir xizmeta xelkê parêzgeha Duhokê bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî sala borî parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter serdana Almanyayê kir, gelek hevdîtin li gel berpirs û payebilindên hikûmeta wî welatî pêk anîn. Hikûmeta Almanya jî wê demê soz dabû ku alîkariyan pêşkeşî parêzgeha Duhokê bike û naha ew soza xwe bicîh anî.