image

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, veguhestina kesûkarên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê ya parêzgeha Hesekê li Sûriyê, bo Kampa Cedaa li Mûsilê heta demeke nediyar rawestand.

Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan a Encûmena Nûneran a Iraqê Şêrwan Dûberdanî li ser rûpela xwe ya facebookê diyar kir, ew ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatine agahdarkirin, ku ew biryara ji bo veguhestina 100 malbatên çekdarên DAIŞê ku ji 700 kesî pêk hatibûn, hate rawestandin.

Şêrwan Dûberdanî da zanîn, Hikûmeta Iraqê do otomobîlên ku ji bo veguhestina penaberan çûbû Sûriyê vegerandin Iraqê.

Şêrwan Dûberdanî herwiha destnîşan kir, ragirtina biryarê piştî guvaşan tê, ji bo nevegerandina wan malbat û zarokên çekdarên DAIŞê, ji ber ku dibin pirsgrêk bo parêzgeha Neynewayê û tevaya Iraqê jî.