image

PeyamaKurd – Rêvebirê Navenda Enerjî, Hawirdorî û Lêkolînên Afetên Xwezayî Dr. Kenan Akbayram ji bo erdhejeka ku li Çewlikê (Bîngolê) çêbibe hişyariyê da xelkê û weha got:

“Me hesab kir eger xeta Yedisu weka yek perçe bişkê, wê di ser 7 san de erdhejekî çêbike. Xeta Yedîsû di navbera Çewlik û Ezirganê de ye û 200-250 sale neşkiyaye. Xeta wê li dora 75 km ye.”

Li gor lêkolîna navendê; bajarê Çewlikê (Bîngolê) di navbera deverên bakûrê Anedolê, Rojhilatê Anedolê û seha erdheja Gimgimê de ye ku temamê deverên navborî ciyên erdhejê ne.