image

PeyamaKurd – Di 15 ê êlûnê de li Başûrê Kurdistanê li navçeya Akrê li Dînarteyê bombeyên bidestçêkirî ku di rê de hatibûn bicîhkirin û teqiyabûn an hatibûn teqandin û di bûyerê de 2 pêşmerge şehîd bûbûn, li ser mijarê HPG ê daxwuyanî da û got ku ti têkiliya wan bi teqînê tineye.

Di teqînê de 2 Pêşmergeyên Roj yên bi navên Hamdi Cabir Muhammed û İsmail Osman jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan li Duhokê hatibûn definkirin. Di mijarê de daxwuyaniya navenda çapemeniyê ya HPG ê weha got:

“Di 15 ê êlûnê de di nav sînorê Dînarte de, di bûyera li hemberê hêzên PDK ê de tevgera ku hat kirin, ti têkiliyekî me bi bûyerê tineye.”

Rêxistina antî terorê ya Kurdistanê ragihandibû ku teqemenî ji aliyê PKK ê de di rê de hatiye bicîhkirin. Parêzgerê Duhokê Elî Teter balê kişandibû ser ku berê PKK tevlî bûyerên weha bûye û weha got:

“Ev ne cara yekê ye, berê jî gelek caran hêza ku axa Kurdistanê bi awayekî ne rewa îşxal kiriye, ji aliyê hêzê de bûyerên weha tirsonek hatine kirin. Em bûyerê bi tundî şermezar dikin.”

HPG ê got ku li ser bûyerê lêkolîn nehatiye kirin û bûyerê raste rast dixin aliyê wan û ti têkiliya wê bi rastiyê tine ye.

Di merasima her dû Pêşmergeyên Roj de malbatên wan yên li Kampa Domîzê dimînin, mirovên wan, Parêzgerê Duhokê Elî Teter û fermandarên Pêşmerge tevlî merasimê bûn.