image

PeyamaKurd Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 9 karmendên zîndana Hesekê yên dîl di destê çekdarên DAIŞê de bûn rizgar kirin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê îro diyar kir, do êvarî hêzên wan di operasyoneke leşkerî de, 9 dîl (karmendên girtîgehê) ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn, ew dîl ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Herwiha eşkere kir, hêzên HSDê li taxa El-Zehûr a Hesekê dest bi operasyona paqijkirinê li dijî teroristên ku xwe di malan (malên kesên ku plana êrîşa li ser zîndana Hesekê danîne) de veşartine kir û di encamê de 5 çekdarên ku kemberên teqîner li xwe kiribûn hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di berdewamiyê de eşkere kir, li taxa Giwêran jî, hêzên HSDê êrîşî pêgehên teroristan kir û di pevçûnan de. 9 terorist hatin kuştin.

HSDÊ destnîşan kir, li başûrê Hesekê li aliyê çemê Xabûrê hêzên HSDê dest bi operasyona paqikirinê kir û di encama pevçûnan de 3 çekdar hatin kuştin.

Herwiha da zanîn: “Hêzên me operasyonên yên ewlekarî û leşkerî li girtîgeha pîşesazî û derdora wê, bejahiya rojhilatê Dêrazorê û parêzgeha Reqayê bi hûrî didomînin.”