image

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê yên li ser mijara ‘şervanên HSDê êrîşan li dijî hêzên wan pêk tînin’ û vê jî wekî rewakirina destwerdana leşkerî nîşan didin daxuyaniyek belav kir û ew îdia red kirin.

HSDê da xuyakirin; “Yên êrîş dikin hêzên Tirkiyê bi xwe ne û wekî ku hêzên me êrîşî wan dikin didin nîşandan. Pêwîst e di serî de gelên Tirkiyê û hemû raya giştî ya cîhanê vê rastiyê baş bibîne û li hember derewên dewleta Tirk bi hişyarî tevbigere.”

Di daxuyaniya HSDê de hat wiha gotin: “Artêşa Tirk a dagirker, her roj li hember deverên li derdora herêmên dagirkirî êrişên topbaranê li dar dixe û di wan topbaranan de gelê herêmê hedef digire. Di encama wan êrişan de welatiyên sivîl birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin. Dewleta Tirk ji bo wan êrişên xwe rewa bide nîşandan agahiyên derew diweşîne û nûçeyên wekî ku hêzên me li wan herêman êriş birine ser wan, belav dike. Me berê jî gelek caran daye diyarkirin ku li herêmên ku di wan nûçeyan de tên behskirin, tu tevgerên hêzên me tune ye. Ev nûçe ji bo rewa nîşandana êrişên dagirker tên belavkirin.”

Dewleta Tirk a dagirker tenê di meha Îlonê de li xeta Eyn Îsa û Til Temirê 194 caran agirbest îhlal kir. Biqasî ku hat tespîtkirin, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker 21 caran sînorên qada hewayî îhlal kirin. Di êrişên topbaranê de bi giştî 1067 obîs û hawan hat bi karanîn. Di wan êrişan de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 6 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di wan êrişan de 5 baregehên artêşa Sûriyê hatin hedefgirtin û di encamê de leşkerek artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta wê ku rûyê wan yê qirêj her roj hîn zêdetir eşkere dibe, ji bo ku gelên Tirkiyê bixapînin û bi bikaranîna hestên nîjadperest, rastiya desthilatdariya xwe yê qirêj binixûmînin, di rojên dawî de ji her demê zêdetir amûrên şerên taybet bi kar tînin. Ruxmê ku yên êriş dikin ew bi xwe ne, wekî ku hêzên me êrişê wan dikin didin nîşandan. Pêwîst e di serî de gelên Tirkiyê û hemû raya giştî ya cîhanê vê rastiyê baş bibîne û li hember derewên dewleta Tirk a dagirker hişyar tevbigere.”