
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser bûyer û aloziyên li Dêrazorê yên çend hefte berê ku bûn sedema kuştina zêdetirî sed kesan, daxuyaniyek belav kir û ji bo xwe radest bikin mohlet da çekdarên ku destê wan di bûyeran de heye.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, bang li hemû kesên ku destê wan di bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê de hene hatiye kirin û hatiye xwestin, xwe bighînin hêzên wan û di nava herî kêm 15 rojan de rewşa xwe çareser bikin.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hatiye gotin: ′′Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk bang li tevahî çekdarên destên wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene û reviyane herêmên di bin serweriya rejîmê de dikin ku di nava 15 rojan de (ji îro ve) xwe bighînin hêzên me, vegerin herêmê û dest bi çareserkirina rewşa xwe bikin. Ji bo peywendiyê hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimureyên WhatsAppê yên li jêrê diyar kirine: 0980988356, 0995025361, 0987390739, 0983298866
Herwiha em bang li kesên ku li herêmê çek rakirine dikin, ji îro ve û di nava kêmî 15 rojan de çekên xwe radest bikin û dest bi tedbîrên qanûnî yên pêwîst bikin.
Hêzên me diyar dikin ku dê piştgiriya xelkê me yên li Dêrazorê bike ku ji ber êrîşên çekdaran ên li ser saziyên xizmetguzarî û rêveberiyê de ziyan dîtine."