image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rahênaneke leşkerî pêk anîn û dîmenên wê jî hatin belavkirin.

Nevenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li ser rêya (Ebû Xeşeb), li gundewarê rojavayê Dêre Zorê rahênaneke serbazî pêk anîne.

Hat diyarkirin Hêzên Hevpeyman û HSDê çekên cûrbicûr bikar anîne û bi hevşêweyî operasyonên hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên çekdarên DAIŞê pêk anîne.

HSDê destnîşan kir ku hevbeşiya wan ligel Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike û ew ê di şerê rûbirûbûna DAIŞê de hevkariya xwe bidomînin.