
PeyamaKurd – Piştî ku namzedên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) mafê parlamenteriyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi dest xistin, nîqaşên li ser nivîsa sondxwarina parlamenteriyê dest pê kirin.
Bi taybet di medyaya opozîsyona Tirkiyê de, li ser daxuyaniyên berê yên HUDA PARê li ser nerazîbûna teksta wê sondê, tê îdiakirin ku dê krîza sondxwarinê di vekirina parlamentoyê de rû bide.
Herî dawî îro 26ê Gulanê Sekreterê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Şehzade Demîr li ser van nîqaşan daxuyaniyek da û ragihand, “Di derbarê sondê de ti pirsgirêk an jî nerînên me yên cuda nînin. Em ê jî wek her kesî biçin û sonda xwe bixwin û li navenda siyasetê cihê xwe di parlamentoyê de digirin.”
Şehzade Demîr ku wek Parlamenterê bajarê Dîlokê hatiye hilbijartin di bernameya ku ji aliyê Serokatiya HUDA PARê ya Dîlokê ve li Mala Mamosteyan a Mêrdînê hat lidarxistin de, li ser mijarê ji rojnamevanan re diyar kir ku dixwazin bi van îdiayan ‘krîz û kaosê çêbikin’ û wiha axivî:
“Hewl didin bi zanebûn krîz û kaosê çêbikin. Meseleya vê sondê jî ev e. Di derbarê sondê de ti pirsgirêk an jî nerînên me yên cuda nînin. Em ê jî wek her kesî biçin û sonda xwe bixwin û li navenda siyasetê cihê xwe di nav parlamentoyê de digirin.”