
PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê li hemberê guhertina xalên 13 û 14 yên qanûna budçeyê derket. Li ser navê hukumeta Kurdistanê weha hat gotin:
“Em bi ti awayî zora li ser mafê xelkê Kurdistanê û îhlalên mafê Kurdistanê qebûl nakin.”
Komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê xalên 13 û 14 ku li ser para herêma Kurdistanê ya di budçeyê de guhertibû û roja pênşemê di komîsyonê de hatibû qebûl kirin. Di komîsyonê de endamên Kurd yên hebûn civînê terk kiribûn. Guherîna di her dû xalan jî, ji aliyê endamên komîsyonê yên Şîa de hatibûn pêşniyarkirin.
Hukumeta Herêma Kurdistanê di daxwuyaniya li ser mijarê de got ku ew bi ti awayî xalên di derveyê ku peymana bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şia es Sudani re kirine qebûl nakin û biryarên nûh wan girênade. Hukumeta Kurdistanê got ku guherîn ji aliyê grûbekî ku li dijî Kurda ye de hatiye kirin.
Hukumeta Kurdistanê di beyana xwe de got ku biryar qanûnî nîne, li dijî peymanên navbera Iraqê û Kurdistanê ye û li dijî bernama hukumeta Iraqêye ku di parlementoyê de hatiye qebûlkirin e. Li gor guherîna hatiye kirin; petrola Kurdistanê di nav Iraqê de wê ji aliyê şirkteta SOMO de bêkirin lê berê belavkirina petrola Kurdistanê berê di destê hukumeta Kurdistanê de bû.