image

PeyamaKurd  Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoveya beşdarbûna civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir, heta çar salên din Amerîka wê alîkariya hêzên Pêşmerge bike û divê PDK û YNK li hev bikin, da ku roleke girîng di proseya siyasî ya Iraqê de bilîzin.

Fuad Husên li New Yorkê eşkere kir, rola Herêma Kurdistanê girîng e û dikare roleke mezin di pêkanîna hikûmeta Iraqê de bilîze. 

Husên da zanîn: “Divê PDK û YNK li hev bikin û her du alî û aliyên din ên Kurdî li Bexdayê li ser siyaseta hikûmeta nû bandora wan hebe.”

Derbarê beşdariya Iraqê di civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê destnîşan kir: “Weke dewlet, Iraq ji cîhanê cuda nîne û berjewendiyên wê yên aborî, siyasî û stratejîk hene, hemû ew welatên ku me ew dîtin, tekezî li ser wê yekê dikin ku divê aliyên Iraqî bigîhin rêkeftinê û hikûmet were avakirin.”

Herwiha eşkere kir: “Welatên cîran, Ewropa û Amerîka tekezî kirin ku ew destwerdanê nakin di pêkanîna hikûmetê de, ji bo wan girîng e ku ew bi xwe hikûmetê pêk bînin, eger Herêm û Bexda hevkar bin, dikarin hikûmetekê ava bikin.”

Di berdewamiyê de li ser alîkariya Amerîkayê ji bo Pêşmerge Wezîrê Karên Derve yê Iraqê diyar kir: “Çendîn sal in Amerîka alîkariya Pêşmerge dike û pêwîstiya Amerîkayê bi rizamendiya Iraqê heye û tiştê ku min fêm kir, Serokwezîrê Iraqê jî rizamendî nîşan daye û ji bo çar salên din, ew alîkarî wê berdewam bin.”