
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ku çend mehe bi hukumetê re peymana agirbesê ragihandiye, ragihand ku eger mehaneyên memûrên Yemenê nedin, wê agirbesê dirêj nekin. Li gor xebera ku di ajansa Hûsiyan SABA de hatiye ragihandin; serokê konseya bilind ya siyasî Mehdi el-Meşat, li payîtext Sanayê bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê Yemenê bi Hans Grundberg re civînekî kiriye.
Meşat gotiye ku hukumet mehaneyên memûran û yên xaneşînan nedin, ji ber ev daxwaza xelkê Yemenê ye, wê agirbesê dirêj nekin. Meşat weha gotiye:
“Di van şertan de qebûlkirina me ya agirbesê, qebûlkirina dorpêçên ser xelkê Yemenê û qebûla dewama şerê leşkerî yê li Yemenê ye.”
Li deverên ku Hûsî kontrol dikin de li dora 500 hezar memur dixebitin. Ji ber perçebûna banka navendê û şerê li welat, bi salaye ku di dayîna mehaneyan de navbir dikevê û carna nayên dayîn.