image

PeyamaKurd – Parlementerê Diyarbekirê yê HDP ê İmam Taşçıer di meclisa Tirkiyê de, di dema li ser budçeya wezaretan diaxifîn, axaftina xwe bi Kurdî kir lê cîgirê serokê meclisa Tirkiyê Haydar Akar ê CHP yî mikrofona Taşçıer girt û nehişt bi Kurdî biaxife. Akar got:

“Zimanê dê yê herkesî heye. Zimanê dê yê min jî heye. Dema ez bi zimanê dê biaxifim ti parlementerekî li vê derê min fam nake. Gelek hevalên me hene ku zimanên wan cuda ne. Ji bo herkes fam bike ez bi zimanê fermî diaxifim. Hun dikarin hevokek an du hevokan bi Kurdî bêjin lê nikarin bi temamî biaxifin.”

Li ser berlêgirtina axaftina Taşçıer, Taşçıer got ku wê axaftina xwe bi kurdî dewam bike lê serokê meclisê nehişt. Taşçıer got ku ‘heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasi nayê vê axê. Di budça meclisê de ji bo zimanê Kurdî, ji bo çanda Kurdî ti qelemekî serfiyatê tine û cîh nedane pêşdebirina ziman û çanda Kurdî.’ Li ser mijara ziman seroka grûba HDP ê Meral Danış Beştaş îtîraza biryarê kir û got:

“Hevokên bi Kurdî tên gotin, xatib bi xwe werdigerînin Kurdî. Derdê an derdê xatibê me, li vê derê ti kes fam nake lê di nav me de bi sedan parlementer hene ku bi Kurdî dizanin. Dibe 4/5 ê meclisê fam neke lê ez dibêjim 1/5 ê wan fam dike. Ev ziman zimanê zêdetirê 30 milyon Kurd e. Ma Kurd ne hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne, ma baca xwe nadin? Di vê mijarê de serokê meclisê bi xwe gotiye. Dibêje: ‘Di derveyê Tirkî de dibe ku bi zimanekî dinê hevok an îbare hebin lê wexta hevok hatin sazkirin, ev weka jêrenot tên nîşandan.’ Do di navbera axaftina hevseroka partiya me ya giştî Pervin Buldan û berdevka partiya me Ebru Günay de ‘Jin, jiyan, azadî’ hebû. Jin, jiyan û azadiyê di vê meclisê de an di dinyayê de yek kes jî heye ku fêm neke? Lê hun çi dikin? Di zeptên meclisê de hun sitêrk an jêrenot nîşan didin. Birîna axaftina xatibê me tevgerekî despotîke. Di Rêziknama hundir de nabêje kes nikare bi Kurdî biaxife. Hun diqêrin û dibêjin zimanê fermî. Em redda zimanê fermî nakir. Hun li gor xwe, bê tehemuliya Kurdî dikin.”

Li ser zêdebûna munaqeşeya navbera rêvebiriya meclisê û parlementerên HDP ê navber dan celsa meclisê.