image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên çapemeniya Herêma Kurdistanê, hêzên Îranê car din xalên sînorî yên Biradostê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Di nûçeyên hatin belavkirin de hat ragihandin ku topxaneya Îranê îro jî li ser hev navçeyên çiyayî yên zozanên Hornê yên li nahiya Sîdekanê ya devera Biradostê topbaran kiriye.

Li gorî Gerînendehê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji bo K24ê ragihandiye, li gelek gundên sînorî ewlehiya canî nemaye û ji ber vê yekê jî gundiyan malên xwe terikandine û neçar mane ku berê xwe bidin navçeyan.

Hat ragihandin ku Çelebî di agahiyên xwe de gotiye ku li van cihên ji aliyê Îranê ve tên bombekirin, kampên aîdê PKKê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê tunene.

Di agahiyên tên parvekirin de hat zanîn ku ji ber van êrîşên bombeyî, li gundê Banî Reşkîn ê ser bi Sîdekanê ve jî dibistan girtî ne.