image

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Iraqê Kasım Araci, li paytexta Iraqê ya Bexdayê hevdîtinek pêk hanîn.

Li gorî agahiyên ku di derbarê serdana Bexdayê de hatin ragihandin, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdanê de piştî hevdîtina ligel Hevpeymaniya Ezmûnê, bi Cîgirê Sekreterê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Kasim El-Araci re jî civiya.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de qala hevkarî û hemahengiya heyî ya di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi welatên cîran re hatiye kirin.

"Hewcedarî bi dan û stendin, bergir û têgihîştina hevpar heye”

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Araci li ser parastina aramî û serweriya Iraqê, tekez kirine ku pêwîstî bi dan û stendin, bergirên dîplomatîk û têgihîştina hevbeş heye.

Her wiha hat zanîn ku li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna terorê û kontrolkirina sînoran, herdu alî xwedî heman nêrînê bûne.

"Binpêkirina sînoran, tu car nayê qebûlkirin"

Araci di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya serweriyê û li ser erîşên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê wiha got:

"Di navbera Hewlêr û Bexdayê de têgihîştineke hevbeş heye. Ji bo lihevkirina ligel Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyeyê û dîtina çareseriyeke guncaw, dê komîsyoneke bilind bê avakirin. Bi rastî em binpêkirina sînorên Iraqê qebûl nakin. Mihemed Şîa es-Sudanî roja sêşemê serdana Tehranê kiribû û gotibû: "Ev mijar, dê bi awayekî cidî û bi berfirehî were gotûbêjkirin."