image

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê îro 23yê Hezîranê bi seroktiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî civiya ku di civînê de, kursiyên vala yên parlamenê bi yên yedek hatin temamkirin.

Di rûniştina ku 202 parlementaran amadehî kir de, piştî îstifaya 73 parlamentarên Tevgera Sedir, li şûna wan 64 kesên yedek sond xwarin û ketin parlamentoyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda es-Sedir roja 12ê Hezîranê bang li parlamentarên xwe kiribû ku ji parlamentoyê îstifa bikin. Piştre jî bi nameyekê hemû parlamentarên tevgerê îstifa kiribûn û Sedir ji proseya siyasî ya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê vekişiyabû.

Sedir ligel PDK û hevpeymana Siyade ya Sunî daxwaz ji aliyên siyasî kiribû, hikûmeta piranî ava bikin, lê ev daxwaza wî ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe ve hatibû redkirin.