image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Baregeha Leşkerî ya li Iraqê Eyn Esed ku hêzên Amerîkayê tê de ne, rastî êrîşeke moşekî hat.

Li gorî ragihandina çavkaniyên leşkerî, baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ku hêzên artêşa Amerîkayê tê de ne, îro 4ê Gulanê piştî nîvro bi çend moşekan rastî êrîşekê hat.

Çavkaniyan diyar kiriye ku mûşek li meydana vala ya nav baregehê ketine xwar. Derbarê ziyanan de ti agahî nehatiye belavkirin.

Doh 3yê Gulanê jî li parêzgeha Selahedîn hejmarek moşek li ber baregepa esmanî ya Beled ya li bakurê Bexdayê ketibûn.